Di îro Çarşemê de bajarokê Til Ebyed (Girê Sipî) rastî xweteqîna turimbêleke bombekirî bû ji aliyê DAIŞê ku di encama wê de bi kêmî 10 kes jiyana xwe ji dest dan û hinî din jî birîndar bûn.
Birêz Mehmûd Qadir birêvebirê saziya Biratî ya mafên mirovan li Kobanî û Girê Sipî li şûna teqînê bû û ji Dengê Amerîka re got: "Teqîn li pêşiya mala gel bû, di nav kesên sivîl de."
Herwiha jî birêz Qadir li ser metirsîna jî tu êrîşên din ji aliyê DAIŞ e ve got: "DAIŞ ji aliyê Reqayê ve derbasî bajêr dibe, û her wisa jî hin ji niştecihên bajêr jî alîkariya wan dikin û tirs heye ku êrîşên xwe zêdetir bikin li nav bajêr."
Wekû tê zanîn ku Girê Sipî ji destê DAIŞ hate rizgarkirn ji aliyê hêzên kurdî ve û li wir xweseriyeke serbixwe hatiye damezrandin ji hemû pêkahatiyên bajêr.