Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Başbûna Pêwendiyên Herdû Welatan Geştiyarên Rûsî Digihin Turkiyê


From left, Turkey President Recep Tayyip Erdogan and Russia President Vladimir Putin.
From left, Turkey President Recep Tayyip Erdogan and Russia President Vladimir Putin.

Medya dewleta Tirkiyê dibêje balafira yekem a geştiyarên Rûsî digihe qeraxa havîngeha bajarê Antalya piştî başbûna pêwendiyan di navbera herdû welatan de ku loi dirêjiya çend mehan xerab bûbûn.

Ajansa Anadol dibêje berpirsên balafirê bi qefdên gulan pêşwaziya geştiyaran kirin di ahenfgeke bixêrhatinê de piştî gihîştina balafirê ji Mosko ku 189 sernişîn li ser pişta wê bû.

Tê zanîn, pêwendiyên Tirkiyê û Rûsya têkçûbûn piştî xistina Tirkyê firokeke şer a Rûsî di meha 11 a sala borî de. Rûsa bi cezayên abûrî bersiv da, di nav de jî qedexekirina çûyîna Tirkiyê.

Serokê Rûsya Vladimir Putin qedexekirin rakir piştî wergirtina nameyeke lêborînê ji aliyê serokê Tirkiyê Receb Tayyip Erdoxan ve meha borî.

Hêjayî gotinê ye, kerta geştiyarî ya Tirkiyê rastî astengiyekê hatiye piştî qedexekirina Rûsya û zincîre êrîşên xwekujî li gelek şûnên geştiyarî.

XS
SM
MD
LG