Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hoşeng Osê Encamên Hewildana Kudetaya Tirkiyê Şîrove Dike


Herçendî hewildana kudetaya leşkerî li Tirkiyê têkçû û di heman rojê de dawî li kirîzê hat, hin çavdêr dibêjin dê encamên wê berdewam bin ji aliyê danûstandina bi wê re ji gelek aliyan ve.

Gelek, bandora pêşbîn a vê hewildanê li ser rewşa Sûriyê ya navxweyî didin berçacavan.

Nivîskar Hoşeng Osê di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka, ev babet şîrove kir û got:

“Ez bawerim Partiya AKP qezenceke mezin ji vê hewildana têkçûyî wergirt, li ser asta navxweyî û her wiha li ser asta navnetewî. Ew dê hin pirojeyên xwe pêşve bibe. Piştgiriya welatên derve ji bo Tirkiyê li dijî vê hewildana leşkerî sûdeyeke mezin da Erdogan û partiya wî.“

Osê ku li Belçîka dimîne, bal kişand ser bandora vê yekê li ser Kurdan û diyar kir ku serkeftina vê hewildanê dê xerabtir ba li ser wan.

Dê deskeftên Kurdan yên heyî jî winda bana, li gor Osê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Hoşeng Osê 07_17_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00

XS
SM
MD
LG