Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Staffan de Mistura îro Sêşemê got ku ew dixwaze “di dawîya Tebaxê de” gêra nû ya danûstandinên navbera hikûmetê û hêzên serhilda pêk bîne.
De Mistura bi bîr xist ku Amerîka û Rûsya hefteya borî li ser hin xalan li hev kirin û ew dixwaze encama wan hevdîtinan bandorên erênî li ser danûstandinên nû bikin.
Nûnerê taybet ew daxuyanîyên xwe piştî hevdîtina taybet ya ligel dîplomatên bilind yên Amerîkî û Rûsî li Cenevrê dan.
De Mistura got ku di civîna taybet de mijarên wek cîhanîna agirbestekê, karîdora mirovahî, karên dij-terorê û veguherîna sîyasî li Sûrîyê cîhên girîng girtin.