Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr.Hemrîn Fetah: Pêwistiya Qamişlo bi Derman û Alavên Saxlemiyê Heye


Piştî xwepeqîna Qamişlo di doh Çarşemê de ziyaneke mezin gihişte avahî û jiyana dehan ji mirovên sivîl li taxa xerbî li Qamişlo û bi dehan kesên birîndar di bin çavdêriya texoran de ne û hîna metirsîn li ser rewşa wan heye.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Dr.Hemrîn Fetah re kir, di derbarî rewşa kesên birîndar li Qamişlo û astengî û pêdeviyên dermanan di nexweşxanên bajêr de çine.

Dr. Hemrîn dibêje:" Hemû textor û karmendên tenduristiya bajêr di hewara qamişlo de hatin û bi alavên kêm birîndaran derman dikin."

Herwiha jî astengiyên li bajêr ji aliyê alavên tenduristiyê ve û tunebûna dermanan jiyan birîndaran xistiye bi xetera mirinê de, Dr. Hemrîn dibêje: "Derman tuneye û cih di nexwşxanan de nemaye û dibe ku hin ji birîndarin jiyana xwe ji dest bidin ji ber van astengiyan."

Hevpeyvîna Hemrîn Fetah-7-28-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:09 0:00

XS
SM
MD
LG