Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Stenbolê Bi Sedan Leşkerên Neçar Berdide


Li Tirkiyê ajansa nûçeyan a dewletê Anadol dibêje dadgeheke Stenbolê bi sedan leşkerên neçar berdan ku hatibûn girtin di çarçoweya vekolînên li dor kudetaya beravêtî ya 15 tîrmehê de.

Piştî wergirtina gewahîdana wan, endamên dadweriya giştî yên nivîsîngeha Stenbol daxwaza berdana 758 ji nav 989 leşkerên neçar kirin.

Dadgehê biyara berdana wan da ji ber ku êdî çi pêwîstî bo girtina wan nîne.

Di nav van kesên azadkirî de, xwenderkarên dibistana leşkerî ya bilind hebûn.

Li gor jimarên dawî yên wezîrê navxweyî Efkan Ala, 9 hezar kes, piraniya wan leşkerin, hatine girtin di encama kudetayê de ku bû sedema kuştina bêhtirî 200 kes.

XS
SM
MD
LG