Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Helebê Sivîl ji Navçeyên bin Destê Serhildêran Derdikevin


Medya dewlta Sûriyê radihîne ku bi dehan malbat dest bi derketina ji navçeyên bin destê serhildêran kirin li bajarê Helebê piştî, hikûmetê korîdor vekirin ji bo sivîlan û şervanên dixwazin derkevin.

Tilfizyona Sûrî wêneyên gihîştina bi dehan malbat bo taxa Selahedîn nîşan dan.

Ajansa Nûşeyan a dewletê SANA got xelkê sivîl piştre li basan hatin siwarkirin û ew gihîştin cihên aram li rojavayê Helebê ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû amadekirin.

SANA got hin şervanan jî çekên xwe radestî hêzên hikûmetê kirin.

Hêjayî gotinê ye, serokê Sûriyê Beşar Esed lêborîn pêşkêşkir bo serhildêrên ku di sê mehên pêş de çekên xwe deynin û xwe bispêrin hikûmetê.

Tê zanîn, roja 17 tîrmehê, hêzên hikûmetê riya sereke ya navçeyên di bin destê serhildêran de bi tevahî girtin.

XS
SM
MD
LG