Rewşa bajarê Qamilşo piştî teqîna di Çarşema bûrî de, gelekî kambax û zor bûye bi taybetî li ser ew kesên ku mal û avahiyên wan wêran bûne û pêdevî bi alîkariyên lazgîn heye ji bo Qamişlo
Çalakvanê civaka sivîl û xwedanê weşanxana DAR li Qamişlo birêz Şiyar Îsa ji Dengê Amerîka re got ku, rewşa bajêr gelekî nexwş e gelek ji xelkên bajêr bê mal û war mane piştî ku malên wan wêran bûn ji ber teqînê.
Herwiha jî birêz Şiyar li ser rewşa siyasî ya kudî û berpirsyariya wê di ber vê bûyerê dibêje: "Divê ku aliyên siyasî nakokiyên xwe dînin aliyekî û di hewara qurbaniyan de herin û karibin alîkariyan bidin hev."
Di teqîna Qamişlo de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûne, herwiah jî ziyaneke mezin gihişte mal û avahiyên wê, ku pêwistî bi alîkariyên lazgîn heye ji wan xelkê ku meşxt û bê war mane.