Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bi Tundî Bersiva Rexneyên UN li Dor Bidarvekirinê Dide


Tilfizyona fermî ya Îranê radighîne ku wezîrê derve yê Îranê bi riyaksyoneke tund bersiva rexneyên Neteweyên Yekgirtî da li dor bidarvekirina 20 şervanên Kurd demekê berê vê mehê.

Raporta îro şemiyê ya malpera Tilfizyonê li ser zimanê peyvdarê wezareta derve Bahram Qasimî got ew welatên rojava tawan dikin bi destêwerdana di nav karûbarên navxweyî yên Îranê de.

Qasimî dibêje, ” di demekê de Îran bi xwe qurbana terorê ye, ew dê hertiştî bike ji bo parastina aramiya welatiyên xwe.“

Axaftinên wî hatin piştî daxuyaniya Zeyd Raad el-Hisên, komisyonerê bilind ê mafê mirov li Neteweyên Yekgirtî ku têda rexneya Îranê kiribû li dor bidarvekirinê.

Qasimî dibêje, dadgehê ew 20 kes gunehkar dîtibûn bi gelek tawanan, di nav de jî hewildana damezrandina gurûpeke leşkerî, çêkirina teqemeniyan û çandina bombeyan li nav bajarên Îranê.

XS
SM
MD
LG