Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Şerê Helebê û Rizgarkirina Bajarê Minbijê


Elî Mislim û Kadar Pîrê
Elî Mislim û Kadar Pîrê

Hêzên hikûmeta Sûriyê û gurûpên serhildêr bi sedan şervanên din derbasî nav şerê bajarê Helebê dikin. Ev şerê ku hin şîrovekar wek girantirîn şer di 5 salên şerê Sûriyê de dibînin.

Balyoza Amerîka bo Neteweyên Yekgirtî Samantha Power doh duşemê got ev şer gefê dide ser derbasbûna alîkariyên mirovahî bo sed hezaran xelkê sivîl li navçeyên şer.

Di heman demê de, li bakurê rojihata Helebê Hêzên Sûriya Demuqrat bajarê Minbicê kontrol dikin di gavekê de ku gelek çavdêr wek têkçûneke stratijî ya Daiş dixwînin.

Di demekê de ku gelek alî lihevin li dor şerê dijî Daiş li Minbicê, gelo aliyên şer di nav bajarê Helebê de, ji bilî rêjîmê û alîgirên wê, kîne û piştgiriya wan çawa dibe?

Gelo ev şer şerê qezenckirina destkeftinên siyasî ye di guftûgoyên pêşbîn ên Cinêvê de an ew ji roja roj de şerê man û nemanê ye di navbera du aliyên qet nagihin hev de?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê

Endamê serkirdayetiya ya Partiya Demuqrat a Kurdistan a Sûriyê Elî Mislim ku li Tirkiyê dimîne. Kadar Pîrê, birêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor ku li Fransa dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 08_09_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:52 0:00

XS
SM
MD
LG