Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîdaliyên Doh Înê yên Yariyên Rio


Stêra Amerîka ya Melevan Katie Ledecky tomara cîhanî şikand di melevaniya azad a 800 mitir a Jinan de, li olimpiyadên Rio; di demekê de hevwelatiyê wê Michael Phelps pileya duyem qezenc kiribû di melevaniya perperîk a 100 mitir a mêran de. Welatiyê Singaforî Joseph Schooling pileya yekem wergirt.

Di yariya Xardanê de, yarîzana Esyopî Almaz Ayana xelata Zêrîmn wergirt di xardana 10 hezar mitir a jinan de û wê bi 14 çirkeyan tomara cîhanî şikand di vê derbarê de.

Di fûtbola Jinan de, tîma Siwêd li beramber Amerîka biserket di qonaxa çarîk dawiyê de.

Tîma Amerîka hewil dida mîdaliya xwe ya zêrîn a çar salan berê biparêze.

Kurdê Îranê Kiynoş Rustemî wî jî ji aliyê xwe ve tomara cîhanî şikand di yariya hildana giraniya 85 kîlogram de û mîdaliya Zêrîn wergirt.

Tê zanîn Amerîka di yariyên Rio de, ta niha 49 mîdalî wergirtine, 20 ên zêrîn, 13 zîv û 16 mîdaliyên bironz.

XS
SM
MD
LG