Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Îsmaîl Behsa Girtina Ibrahim Biro Dike


Doh şemiyê asayişa rêveberiya Kurdî ya xweser li Sûriyê, serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd Îbrahîm Biro girtin û îro yekşemê hat ragihandin ew hatiye şandin bo herêma Kurdistana Îraqê.

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê Mihemed Îsmaîl di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka girtina Biro şîrove kir û got:

“Çi tawan nînin ku arastey Biro bikin. Ew tenê danîna fişarê ye li ser aliyê ku ne li gor helwesta wan tevdigere. Emê berdewambin di kar û çalakiyên xwe yên siyasî de û emê di vê derbarê de bi sebir bin.”

Îsmaîl ku li bajarê Qamîşlo dimîne, her wiha diyar kir ku derxistina serkirde û çalakvanên siyasî ji welat ew bêhtir koçberiyê kûrtir dike û rolekê di valakirina herêmên Kurdî de dilîze.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Mihemed Îsmaîl 08_14_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:33 0:00

XS
SM
MD
LG