Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Xelat û Yariyên Îro Yekşemê li Olimpiyada Rio de Janeiro


Mêrê herî beza di cîhanê de îro yekşemê dê bê xelatkirin li Olimpiyada Rio de Janeiro.

Welatiyê Jamaykî Usain Bolt li benda mîdaliya zêrîn a sêyem li dûhev a bêhempa di çirîda 100 mitir de.

Encama xardana, ku hemî 10 çirkeyan dirêj kir, dê bi sedan beşên çirkeyekê bêne biryardan. Bolt ê 29 salî ew nêzîktirîn kese di vê derbarê de, li gel ku kêşeya wî ya tamarin ku ew ji behlewaniyên cîhanî hîştî meha borî.

Tê zanîn îro yekşemê dê 22 mîdaliyên zêrîn bê ragihandin li dor 12 cûre yariyan.

Çirîda 400 mitir, pêşbîne ku dijwar be navbera welatiyê Amerîkî Lashawn Merritt, yê Grênada Kirani James û yê başûrê Afrîqa Wayde van Niekerk.

Di yariya Tennis de welatiyê Birêtanî Andy Murray hewil dide bibe yekem yarîzan ku mîdaliyên zêrîn qezenc ke, li beramber welatiyê Argentînî Juan Martin del Potro.

XS
SM
MD
LG