Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Girtina Serkirdeyên ENKS ji Aliyê Asayîşa Rêveberiya Xweser ve


Pîr Rustem, Şahîn Ehmed û Sîhanok Dîbo
Pîr Rustem, Şahîn Ehmed û Sîhanok Dîbo

Ev bû çend roj in hêzên asayîşa reveberiya xweser a herêmên Kurd li Sûriyê, dest bi helmeteka girtina hin endam û serkirdeyên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kirine.

Wan berî çend rojan serokê ENKS Ibrahîm Biro girtin û roja din ew avêtin piştî sînorê li gel herêma Kurdistan Îraqê.

Doh jî, jimarek serkirdeyên partiyên ENKS girtin, di dema beşdarbûna wan di binaxkirina pêşmerge Hebîb Qedrî de, ku jiyana xwe li herêma Kurdistanê ji dest dabû.

ENKS, îro sêşemê daxuyaniyek di vê derbarê de belavkir û têde ev girtin şermezar kirin û ew wek kiryarên dijî pirinsîpên demukrasî û mirovahiyê anîn ziman.

Tawana ku arastey wan dibe çiye û çima ev helmet di vê demê de?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrat a Kurdistan a Sûriyê Şahîn Ehmed ku li Tirkiyê dimîne; endamê civata Sûriya Demuqrat Sîhanok Dîbo ku li Qamîşlo dimîne; û Nivîskar Pîr Rustem ku li Siwîsra dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 08_16_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:40 0:00

XS
SM
MD
LG