Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatiyê Jamaykî Bolt Mîdaliya Zêrîn a Sêyem Werdigre


Bo cara Sêyem li dû hev di Olimpiyadên Rio De Janeiro de, welatiyê Jamaykî Usain Bolt mîdaliya zêrîn di yariya bazdana 400 mitir de derengî roja Înê wergirt.

Tîma Jamayka tomara xwe ya cîhanî di vê derbarê de derbas nekir lê bi sêyek ji çirkeyekê ket pêş tîma Japonî ya ku mîdaliya zîv wergirtî. Keneda mîdaliya Bironzî wergirt.

Bolt, ku her wiha tomara cîhanî di bazdana 100 û 200 mitir de hildigre û herdûjî ji olimpiyadên Rio qezenc kirin,ew di herdû salên par û pêrar de beşdarbû di bazdana 400 mitir de.

Bi wergirtina 9 mîdaliyên zêrên di bazdanê de, Bolt nêzîk dibe ji welatiyên Amerîkî Karl Lewis û Finn Paavo Nurmi, navdarê bazdanên dirêj di salên 90î de. Lewis di salên 1980 û 1990 de di olimpiyadana de beşdarbû.

Tîma Amerîkî ya Jinan di yariya Bazdana 400 mitir de biserket.

Endama Tîmê Allyson Felix ew yekem jin e ku pênc mîdaliyên zêrîn di olimpiyadê de bidest dixe.

XS
SM
MD
LG