Lînkên eksesibilîtî

Cimbaza Amerîkî Simone Biles ji aliyê werzişvanên Amerîkî de hat hilbijartin ji bo hildana ala Amerîka di ahenga dawî ya oliumpiyada Rio de îro yekşemê.

Biles a ku îsal çar mîdaliyên zêrîn û yek a bironz wergirtin, ev biryar wek wek “rûmeteke mezin” binav kir.

Roja dawî ya olimpiyadên 12 mîdaliyên zîrîn vedihewîne, di nav de jî baskêtbol û maratona mêran.

Doh şemiyê melevanê Amerîkî Ryan Lochte lê mikur hat ku wî û sê hevalên xwe yên Tîma Amerîka mezin kirin rûdana ku ew bûne qurbaiyên kiryareka dizînê li benzînxaneyekê. Lê wî dupat kir ku derew nekiribû. Li gel wê jî wî lêborînxwest û got” Braz’l ne liyaqî vê yekê ye.”

Di çirîda şemiyê de Brazîl mîdaliya zêrîn wergirt di yariya Fûtbolê de li beramber Almanya.

Ev serkeftina yekema yarîzanên Brazîlî ye di vê olimpiyadê de li welatekî ku ev yarî di xwîna wan de ye.

Tîma jinên Amerîka a baskêtbolê mîdaliya zêrîn a şeşem li dû hev wergirt bi encama 101 li beramber 72 xal ji bo tîma Spanya.

XS
SM
MD
LG