Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Sê Dîplomatên Berê Tên Girtin


Ajansa nûçeyan a Tirkiyê dibêje sê dîplomatên berê yên Tirkiyê tên girtin li dor girêdana wan bi kudetaya têkçûyî de li dijî serok Receb Teyib Erdogan.

Ajansa Anadol got îro şemiyê Alî Findik û Tuncey Babali balyozên berê li Kosta Rika û Keneda û şandê berê Gurcan Balik, ew ji postên wan hatin bidûr xistin ji ber girêdana wan li gel rêberê ayînî Fethullah Gulen ku li Amerîka dimîne.

Balik mezinê alîkarên berê yê serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ye û her wiha rawêjkarê siyaseta derve bo serok berê yê Tirkiyê.

Tê zanîn, Tirkiyê bêhtirî 40 hezar kes girtin û 85 hezarên din ji kar bidûrxistin ji dema kudetayê ve ku di encamê de 270 kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG