Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Pêşmerge Navçeyên Berfereh Li Mûsilê Kontrol Dikin   


Bajêrê Mosil li bakura Îraqê
Bajêrê Mosil li bakura Îraqê

Di çarçoweya xweamadekariyên rizgarkirina bajarê Mûsilê de, hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Îraqê hin navçeyên din li bakurê Îraqê dixin bin destê xwe ku ew dibêîjin dê bibin beşek ji herêma Kurdistanê.

Ev gava ku bêhtir nakokiyan dixe navbera Kurdan û hikûmeta Bexdayê û mîlîtanên Şîiî ku hemî di şerê Daiş de hevalbend in.

Li aliyê rojhilata Mûsil, tîmên endizyarên Kurdan di van rojên dawî de dest bi kolandina xendekekê kirin bi ferehiya 3 mitir, kûraniya 2 mitir û dirêjiya 20 km wek sînorekî nû piştî kontrolkirina gundê Qarqashah û derdora wê demekê berê vê mehê.

Ev sînorê nûh ji aliyê hêzên pêşmerge de, dê nakokiyan derxin holê di navbera Kurd û Erebên Îraqî de piştî têkbirina Daiş, wek ku li Sûriyê Hêzên Kurd bi awakî berbiçav kontrolkirina navçeyan berferh kirin.

Berpirsê pêwendiyên derve yê Herîma Kurdistana Îraqê Felah Mistefa di vê derbarê de dibêje:

“Hemî herêmên hatî rizgarkirin ji aliyê Pêşmerge ve, dê bimînin di nav destên me de. “

Hêjayî gotinê ye hêzên Kurdî, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên bi serkirdayetiya Amerîka, navçeyên berfeh xistin bin kontrola xwe ku derdora nîva rûbera herêma Kurdistanê ye.

XS
SM
MD
LG