Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Rojekê ji Axaftinên Kerry û Lavrov Êrîşên Esmanî li Sûriyê Berdewam in


Îro şemiyê bi kêmanî 15 sivîl hatin kuştin di êrîşeke avêtina bermîlên bumbekirî de li navçeyên serhildêran yên bajarê Helebê ji aliyê firokên şer de ku gumane yên Rejîma Sûrî ne.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got firokên hikûmetê du dan bermîlên bumbekirî berdan ser navçeya Maadî li rojhilata Helebê.

Li gor çavdêriyê, êrîşan li nêzîkî konekî şîngirtinê da ku xelkê lê sersaxî dikir li kes û nasên qurbaniyên êrîşa roja pêncşemê li navçeya Bab el-Neyreb cihê ku 15 kesan, di nav de 11 zarok, jiyana xwe ji dest dabûn.

Çavdêrî dibêje, hikûmeta Sûrî û hevalbenda wê Rûsya tenê helîkopteran derdixin ser bajarê Helebê.

Hikûmet bikaranîna bermîlên bumbekirî red dike.

Ev êrîş tên piştî rojekê ji kombûna dirêj a wezîrê derve yên Amerîka John Kerry û yê Rûsya Sergei Lavrov li Cinêvê wek hewildan bo vejandina agirbestekê li Sûriyê.

Di heman demê de serhildêrên Sûrî û malbatên wan berdewam in di bicîhîştina bajarokê Dareya li gundewarên Dîmeşqa paytext wek parek ji rêkeftinekê di navbera serhildêran û hikûmetê de piştî 4 salan êrîşên berdewam ku bajarok wêran kirin.

XS
SM
MD
LG