Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Girtina Endamekî Tîma Guftûgoyên Navokî Piştrast Dike


Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê dibêje desthilata dadwerî ya Îranê piştrast kir girtina demkî ya endamekê tîma guftûgoyên li gel hêzên cîhanî bi gumana "veguhestina agahiyan."

Hêjayî gotinê ye, roja çarşemê jêderên nûçeyan ên parêzyar gotin desthilatdaran welatiyê Îranî yê Kenedî Abdolrasoul Dorri Esfahani girtin.

Raporta îro yekşemê ya Ajansa IRNA ji ser zimanê peyvdarê dadweriyê Gholamhosein Mohseni Ejehi ragihand ku ev raport raste û ew bi kefalet hate berdan.

Hîn tawana wî piştrast nebûye.

Ne diyare, çima Esfahani rastî vekolînan dibe, lê kesên xwedî du nasname bi awakî berbiçav li wir tên armanckirin ji dema rêkeftina navokî ve.

XS
SM
MD
LG