Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Qedexekirina Geştên Esmanî bo Tirkiyê Radike


Rûsya qedexekirina li ser girêbesta geştên esmanî bo Tirkiyê radike û rê vedike ji bo berdewamiya derbasbûna geştiyaran bo Tirkiyê ku jêdereke mezinbû bo dahata Tirkiyê.

Li dor rakirina qedexekirinê, îro yekşemê serokwezîrê Rûsya Dmitry Medvedev got wî li ser daxwaza serok Vladimir Putin ev biryar da.

Hêjayî gotinê ye Rûsya meha 11an sala borî qedexekirin sepand dema Tirkiyê firokeke şer a Rûsya li ser sînorê Sûriyê xist. Putin ew kiryar wek” xencereka ixanetê ji paş ve” binav kiribû.

Piştî daxwaza lêborînê ya serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, wî û serokê Rûsya berî sê hefteyan di kombûnekê de ev pêwendî durist kirin.

Wê demê Putin got grêbesta geştên esmanî dê di demeke nêzîk de berdewam ke lê wî got hîn gelek kar maye ku bê kirin ji bo vejandina hevkariya abûrî û bazirganî di navbera herdû welatan de.

XS
SM
MD
LG