Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Şerê Hêzên Tirkiyê û Şervanên Kurd li Bakurê Sûriyê


Mehmûd Ebbas û Idrîs Nassan
Mehmûd Ebbas û Idrîs Nassan

Ev hefteyeke leşkerên Tirkiyê li gel serhildêrên opozisyona Sûrî li bajarê Cerablusê dest bi helmeteke leşkerî kirine li dijî çekdarên Daiş û her wiha şervanên Kurd yên piştgiriya Amerîka werdigrin.

Doh duşemê Amerîka got pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û şervanên Kurd de nahêne pejirandin û bang li herdû aliyan kir şer rawestînin.

Şandê Amerîka bo koalisyona navnetewî ya dijî Daiş Brett McGurk got:

"Amerîka tevlî nehêştina van dijberiyan dibe û bal dikşîne ser pêwîstiya ku hemî alî tevlî şerê Daişê bibin."

McGurk got Pentagon şerê başûrê Bajarê Cerablusê şermezar dike û her wiha got Hêzên Amerîkî tevlî vî şerî nebû.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja yekşemê di axaftineke xwe de li Eyntabê got ew dê beşdarbin di tunekirina Daiş de li Sûriyê û Îraqê û her wiha dê rêxistina PYD "ya terorîst" tune bikin.

Ev şerê han, hin xeman derdixe holê li nik welatên rojava ku dibêjin derbasbûna Tirkiyê bo Sûriyê di beşekî xwe de armanc jê ewe Hêzên YPG ku Amerîka wan wek çalakdartirîn hêz li dijî gurûpa terorîst Daiş dibîne.

Gelo berê evî şerê nû li ku ye û dê li ku raweste?

Amerîka ta kîjan astê dê fişarê bide ser herdû aliyan ku bêgirbin bi hêlên sor yê Amerîka di vî şerî de?

Hêzên Ereb li navçeyê, çi yên girêdayî bi Hêzên Sûriya Demukrat û çi jî yên opozisyona Sûrî, dê çawa bi vê rewşa nû re bidin û bistînin?

Bernameya Hest û Helwest bi beçdarbûna du mîvanan ronî dide dide ser vê babetê:

Cîgirê berê yên serokê desteya karûbarên derve ya Kantona Kobaniyê Idrîs Nassan ku li Kobaniyê dimîne û Dr Mehmûd Ebbas rawêjkarê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanî li Sûriyê ku li wîlayeta Texas dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 08_30_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:18:30 0:00

XS
SM
MD
LG