Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Serjimêriya Herêmên Kurdî li Sûriyê û Girevên ENKS ên Birçîbûnê


Qamishlo streets
Qamishlo streets

Doh duşemê rêveberiya xweser li parêzgeha Hesekê dest bi serjimêriya xelkê Cizîrê kir ku li gor wan armanc jê ewe avakirina bingeheke agahiyan ji bo hilbijartinên navxweyî û xweamadekirina ji bo hilbijartina encûmenên xwecihî yên sîstema fedralî.

Biryare ev serjimêrî di rojên bê de li navçeyên din ên Kurdan bibin ku hersê Kantonan vehewînin.

Li alîkî din, bi dehan çalakvan û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS, li gelek cihan girevên birçîbûnê lidarxistin wek pirotestokirin bo girtina serkirde û siyasetmedarên ENKS ên ji aliyê rêveberiya xweser meha borî hatin girtin.

Ev hemî tên di demekê de şerê Sûriyê her diçe aloztir dibe. Bi taybetî, piştî têkçûna agirbesta Amerîka û Rûsya û her wiha derbasbûna leşkerî ya Tirkiyê bo bakurê Sûriyê.

Kurd li herêmên xwe çawa dikarin van kêşe û pirsgirêkan hilgirin?

Gelo dem guncawe bo van serjimêriyên rêveberiya xweser?

Çalakvanên ENKS, ta kîjan astê, di van girevên birçîbûnê de biserketin û gava bê piştî bidawîanîna birçîbûnê çiye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna sê mîvanan ronî dide dide ser van babetan: Fethulla Huseynî, Endamê komîta navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne; Mislim Mihemed, endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrat a Kurdistan a Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne; û Mihemed Şiwêş, endamê sozdariya giştî ya ENKS ku Sûriyê li bajarê Amûda dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 09_19_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:18 0:00

XS
SM
MD
LG