Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Programa Gotûbêjên Televîzyonî yên Kandîdên Serokatiya Amerîka


Hillary Clinton û Donald Trump
Hillary Clinton û Donald Trump

Senterê Hilbijartinên Serokatiya Amerîka yên sala 2016an, programa gotûbêjên televîzyonî ku dê di navbera kandîda Demokratan Hillary Clinton û yê Komarî Donald Trump de bihên encamdan, di malpera xwe ya fermî de weşand.

Li gor programê, yekemîn gotûbêja di navbera Hillary û Trump de dê roja Duşemê 26ê Îlonê be, gotûbêj dê li Zanîngeha Hofstra li New Yorkê bihê encam dan û dê ji aliyê Lester Holt bêjerê nûçeyên şevê yê kenalê NBC de ête birevebirin.

Gotûbêja yekê jibo 6 beşan liser mijarên giring û sereke hatiye parvekirin, her beşek dê 15 xulekan berdewam bike.

Gotûbêja duyan dê roja yekşemê 9î Çirîya Pêşîn li Zanîngeha Washington li cadeya St. Louis, pêk bê û ji aliyê bêjer Martha Raddatz rojnamevana ABC û Anderson Cooper bêjerê CNNê tê birêvebirin.

Gotûbêja dawiyê roja Çarşemê 19ê Çirîya Pêşîn li Zanîngeha Nevada li bajarê Las Vegas dê bihê encam dan, ev gotûbêj dê ji aliyê Chris Wallace bêjerê kanala FOX ête birêvebirin.

Herweha gotûbêjek jibo namzetên cîgirên serok hatiye terxan kirin, gotûbêja kandîdên cîgiran dê roja sêşemê 4î çirya pêşîn li zanîngeha Longwood li , Farmville ya eyaleta Virginia pêk bê, kandîdê Demokratan jibo cîgirê serok Tim Kaine û kandîdê Komariyan Mike Pence dê beşdarî dêbêtê bibin, dêbêt dê ji aliyê rojnamevan Elaine Quijano ji kenalê CBSN û nûçegihana CBS ête birêvebirin.

Wek tê zanîn Sênator û wezîra derve ya Amerîka ya berê Hillary Clinton wek kandîda demokratan û Milyardêr Donald Trump wek kandîdê Komariyan dê beşdarî her gotûbêjekê bibin, dîsan kandîdên cîgirê serokê Amerîka yê dahatî Tim Kaine û yê Komariyan Mike Pence di demên diyarkirî de dê tevlî dêbêtan bibin.

XS
SM
MD
LG