Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP jibo Betalkirina Hîn Xalên Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de Serî li Dadgehê Dide


Piştî îlankirina rewşa awarte li Tirkîyê, bi biryarnameya di hikmê qanûnê de (KHK) dora 28 hezar karmendên dewletê ji kar hatin dûr xistin û bi vê biryarnamê hikûmetê dest dana ser 25 şaredarîyên Kurdan.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya opozîsyona serekî jibo betalkirina hîn xalên KHK serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.

Parlamenterê CHP’ê Levent Gok piştî serlêdanê, ji çapemenîyê re axifî û got ku piştî îlankirina rewşa awarte heşt biryarname derketine.

“Divê hikûmet di nav hiqûqê de bimîne û li gor dilê xwe qanûnan neguherîne. Em li bendê ne ku hemî biryarname demûdest werin pêş meclîsê û piştî nirxandinên berfireh bibin qanûn,” Gok got.

ZY_9_23_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:42 0:00

XS
SM
MD
LG