Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Êrîşkerên Xwekujî li Îraqê12 Endamên Ewlekariyê Dikujin


Berpirsekî Polîs dibêje sê êrîşkerên xwekujî êrîşî xaleke ewlekariyê kirin li bakurê bexdayê û bi kêmanî 11 endamên ewlekariyê kuştin.

Peyvdarê hêzên polîs li parêzgeha Selahidîn Mihemed el-Jibûrî, got sê çekdaran bi erebeyên xwe yên bumbekirê îro sibehê zû êrîşî xala sereke ya ewlekariyê kirin li nêzîkî bajarokê el-Selam li dergehê bakurê parêzgehê.

El-Jibûrî got 34 endamên din ên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Wî got êrîş bû di dema serdana serokê xwecihî yên polîs û serokê komîta ewlekariya parêzgehê. Herdû jî bê ziyan ji nav rûdanê derketin.

Di heman deme de, komeke din a çekdaran êrîşî xaleke ewlekariyê kirin li aliyê rojhilata parêzgehê û di encamê de 4 endamên polîs kuştin û 2 birîndar kirin.

Peyvdar got çekdarek hat kuştin û yên din jî reviyan.

Parêzgarê Selahidîn Ehmed el-Jibûrî gurûpa Daiş tawanbar kir bi van êrîşan û soza tolvedanê da.

Çi gurûpan berpirsiyariya xwe ranegihandin, lê çekdarên Daiş caran berpirsiyarî li dor êrîşên wiha ragihandine.

XS
SM
MD
LG