Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanekî Urdunî Tê Kuştin


Çekdarekî îro yekşemê rojnamevanê Urdunî yê navdar Nahid Heter kuşt.

Heter hat gullebarankirin li pêş koşka dadweriyê li Eman a paytext, li ber dadgeha ku ew lê rastî tawanekê dibû li dor belavkirina karîkatorekê li ser rûpela xwe ya Facebook li dijî Îslamê.

Ajansa nûçeyan Petra ragihand ku kesê êrîşker hate girtin.

Heter ku mesîhî bû, wî got mebesta karîkator kesên Jîhadî bûn.

Karîkator mirovekî Ereb diyar dike li gel du jinan ku ji Xweda daxwaza vexwarina meyê dike.

XS
SM
MD
LG