Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sehildêrên Sûrî Navçeyên Doh Hikûmetê li Helebê Dorpêçkiribûn Vedigerînin


Gurûpeke çavdêriyê dibêje serhildêrên Sûrî ew navçeyên ku hikûmetê doh şemiyê li bajarê Helebê kontrol kiribûn, vegerandin.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje serhildêran kampa Henderat vegerandin bin destê xwe ku kampeka penaberên Filestînî ye, lê niha bê niştecî ye.

Herêm li nêzîkî Kastîlo ye, riya sereke ya bajêr a alîkariyan bo navçeyên bin destê serhildêran, cihê ku derdora 250 hezar kesên sivîl lê dimînin.

Hêzên hikûmetê, demekê berê îsal, riya Kastîlo dorpêçkirin.

Yasir el-Yûsif, peyvdarê gurûpa serhildêr Nûredîn el-Zenkî, dibêje serhildêran doh derengî rojê Henderat careke din kontrol kirin.

Çavdêrî dibêje 213 sivîl hatin kuştin bi topbaran û êrîşên esmanî yên ser navçeyên di bin destê serhildêran de li Helebê û derdora wê ji dema hilweşandina agirbestê ve, roja duşemê.

XS
SM
MD
LG