Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Tirsa Mesîhî û Cihûyan Bêhtir Dibe ji Tundrewiya Îslamî


Di bin gefa tundrewên îslamî de, tirs bêhtir geş dibe li nav pêkhateyên mesîhî û cihû yên Tirkiyê, piştî bilindbûna asta êrîşên terorîst û sepandina qedexekirinê ji aliyê hikûmetê ve ji dema kudetaya beravêtî ve li welêt.

Rêjeya mesîhî û cihûyan li Tirkiyê ew 0,2 ji sedî ye din av 79 milyon kesên ku piraniya wan misilmanin de.

Dezgehên ragihandinê yên alîgirên hikûmetê û her wiha hin berpirsên hikûmî, hin mesîhî û cihû tawanbarkirin bi hewildana kudetayê û asta axaftina li dijî wan gurtir kirin.

Serkirdeyên mesîhî û cihûyan, ku gelekan ji wan kudeta şermezar kirin, ew beşdar bûn di xwepêşandanên li dijî kudetayê de û piştgiriya xwe bo hikûmetê ragihandin.

XS
SM
MD
LG