Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fûad Elîko: Rûsya Dixwaze Esad Bimîne, Lê Opozisyon Napejirîne


Amerîka, Brîtanya û Fransa, doh di kombûna awarte ya civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî de li dor Sûriyê, rexneyên tund li Rûsya kirin li ser piştgiriya rêjîma Sûrî û beşdarbûna di kuştina xelkê sivîl de li bajarê Helebê.

Şandê opozisyona Sûrî jî, berî du rojan bi awakî fermî xwe ji kombûnên Neteweyên Yekgirtî kişandin wek protestokirin li dijî kuştinên li Sûriyê dibin.

Endamê desteya bilind a guftûgoyan Fûad Elîko di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev pêvajoyên dawî şîrove kirin û got:

“ Rûsya dixwaze Esad li ser desthilatê bimîne û rikberiya Sûrî vê yekê napejirîne. Opozisyona Sûrî di kombûnekê de li Tirkiyê gihîştin biryarekê ku Rûsya divê êdî nemîne hevpar di guftûgoyan de, ji ber ew beşdare di kiryarên kuştinê de.“

Elîko ku li Tirkiyê dimîne, di bersiva pirsekê de li dor rewşa Kurdan di hevpaymaniya opozisyona Sûrî de, diyar kir ku pêwendiya wan wek encûmena niştimanî ya Kurdî ENKS li gel hevpeymaniyê başe û nanokiyên wan tenê li gel desteya guftûgoyan in.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Fûad Elîko SW 09_26_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:28 0:00

XS
SM
MD
LG