Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêrzad Efrînî: Min Mîrasa Bavê Selah û Malbata Xwe ya Hunerî Hilgirtîye


Mêvanê vê xelekê ji bernama Deng û Reng hunermend Şêrzad Efrînî ye, ku di sala 1978'an li gundê Kurdanê li herêma Efrînê ji dayik bûye.

Şêrzad ne bi tenê hunermendê şêwekar e, lê di heman demê de dengbêj, awazdaner, helbestvan û pêkersaz e.

Wî ji biçûkaniya xwe ji kaniya hunera Kurdî ya resen vexwariye.

Bavê wî hunermendê navdar Bavê Selah e û kalikê wî jî dengbêjê naskirî Îbramê Tirko ye, ku bandoreke mezin li Şêrzad û kesayetiya wî ya hunerî kirine.

Şêrzad li Swêdê dijî û li wir bi hemû helmetên xwe hewil dide ku hunera xwe pêşve dibe.

Ew di nav çalakiyên hunerî de cîhê xwe digire, taybetî hunera peykersazî ku ya herî nêzî dilê Şêrzad e.

Ji aliyê muzîkê jî, her bi stran, awaz û helbestan hestên xwe anîne ziman, hin carna bi bavê xwe re hunermend Bavê Selah re û pir caran bi tena xwe.

Şêrzad herdem bi hêvîye ku rojên tên wê baştir û xweştir bin û huner û di astên her bilind û rêzgirtî be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:58 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:06 0:00

XS
SM
MD
LG