Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wan Firokeka bê Firokvan wek Ya Amerîka Çêkir


Medya Îranî dibêje nobedarên şoreşa Îslamî firokeke bê firokvan çêkirin wek ya Amerîkî ye ku berî 5 salan ji aliyê wan ve hatibû daxistin.

Ajansa nîv-fermî ya nûçeyan Tesnîm, îro şemiyê ragihand ku firoka Saîqa hate çêkirin ji aliyê navenda esmanî ya artêşê ve.

Ew wek firoka sîxuriyê RQ-170 ya Sentinel e.

Raportê bi berferehî ronî neda ser şiyanên firokê.

Hêjayî gotinê ye, Îranê dibêje wê di meha 12an a sala 2011 de firokeka RQ-170 xistibû û hin wêneyên wê belavkirin. Îran her wiha got wê 3 firokên ScanEagle xistin.

Îranê sala borî got wê bi awakî serkeftî firoka RQ-170 kopî kir.

XS
SM
MD
LG