Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misilmanên Hingariya bi Xem in li dor Referandoma Dijî Koçberan


Misilmanên Hingarya dibêjin ew bi xem in li dor referandoma hikûmetê ya koçberan ku li gor wan hestên kînê li dijî biyaniyan gur dike.

Serokwezîr Viktor Orban dibêje Hungarya çi pirsgirêk nînin li gel civaka Misilman a navxweyî, lê ew dibêje bicih kirina koçberan di nav de jî gelek misilman, li gor kota Yekîtiya Ewrupî ya koçberan dê bibe sedema têkbirina çand û nasnameya mesîhiyên Hingarya.

Orban hêvîdare redkirina kota Yekîtiya Ewrupî di referandoma roja yekşemê de Broksilê neçar bike, careke din pilanê bide berçavan.

Di demekê de helmeta hikûmetê dijî koçberan li Hingarya berdewam e, derdora 30 kes tevlî rêveçûneke piştgiriyê bûn ji bo misilmanan da rûyê mirovahî yê civakê nîşan bidin.

Timea Nagy, ku Hingariyeke misilmane li vê rêveçûna 3 demjimêran beşdar dibe, got ew êdê hest dike welatê wê dest ji wê berdide.

XS
SM
MD
LG