Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Niger Karmendekî Alîkariyan ê Amerîkî Tê Revandin


Tahoua region, Niger
Tahoua region, Niger

Li Niger hin Çekdaran karmendekî alîkariyan ê Amerîkî revandin li bajarê Ablak ê herêma Tahoua.

Berpirs dibêjindu nobedarên karmend hatin kuştin di pevçûna li dijî çekdaran de doh înê êvarê

Şaredarê bajarê Ablak, Ahmed Dilo, gote ajnasa Reuters," Di destpêkê de ew bi motorsîklan hatin û nobedar kuştin û piştî erebeyek hat û ew ber bi sûnorê Malî de revandin. "

Ta niha çi kesî berpirsiyariya xwe ranegihandiye li dor vê rûdanê.

Ev cara yekeme Amerîkiyek tê revandin li Niger ku revandina biyaniyan kêm li wir dibe.

Peyvdarekî balyozxaneya Amerîka got vekolîn di vê derbarê de dibin, huşdariya encamên giran dan kesên ew revandî, û her wiha daxwaz ji welatiyên Amerîkî yên li wir kir da haydarbin ji kiryarên wiha.

Wezareta navxweyî ya Niger di daxuyaniyekê de got hêzên Niger kesên êrîşker dişopandin dema ew ber bi Mali de çûn.

XS
SM
MD
LG