Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyên Yekîtiya Ewrupî Dibêjin Rûsya Hewil Dide Yekîtiyê Lawaz Bike


Serkirdeyên yekîtiya Ewrupî nîşan bi wê yekê dan ku pêwîste ew yekgirtî bimînin di siyaseta xwe ya li beramber Rûsya de, ku li gor wan ew hewil dide Yekîtiya Ewrupî lawaz bike.
Serokê Komkara Yekîtiya Ewrupî Donald Tusk di konferanseke rojnamevanî de got:
"Serkirdeyan dupat kirin ku hemî kiryarên dijminahî yên Rûsya, wek zêdegaviyên ezmanî, helmetên agahiyan, û êrîşên Internet, ew hemî destêwerdanin di piroseyên siyasî yên Ewrupa."
Wî got:
"Eger em van nimûneyan bidin ber çavan, zelale ku stratîjiya Rûsya ewe lawazkirina Yekîtiya Ewrupî."


Tusk di berdewamiya axaftina xwe de got," Bê guman, em naxwazin girjiyan li gel Rûsya gur bikin. Yekîtiya Ewrupî her amade ye diyalogê bike, lê em ji nirx û pironsîbên xwe danakevin."

XS
SM
MD
LG