Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ketina Helîkoptereka Rûsî li Sîbîrya 19 Kesan Dikuje


Ajansa hêzên esmanê ya Rûsî ragihand ku 19 kesan îro şemiyê jiyana xwe ji dest dan di ketina helîkoptereka karmendên niftê de li bakurê rojavaya Sîbîrya, û got renge sedema ketine keşû hewa be.

Berpirsên Rûsî gotin helîkoptera Mi-8 ku 22 kes li ser pişta wê bûn, ew ji Vankor diçû Staryi Yrengoi li herêma Yamalo-Nenets, balafir 45 km dûrî Staryi Urengoi ket.

Li gor vekolînên seretayî, hersê endamên tîmê balefire û 19 karker jiyana xwe jidest dan.

Ajansa nûçeyan a Tass ragihand ku balafirê karker ji kompaniya niftê uya mezin Rosneft dibirin.

Ji ber rewşa keşûhewaya ne baş, tîmê rizgarkirinê demjimêrên dirêj man ta ku cihê ketina balafirê dîtin.

Karkerên rewşên awarte karibûn sê kesan ji balefire rizgarkin.

Ew sê karker,bi awakî giran birîndar bûn lê karibûn ji hindirê helîkopterê telefona tîmên rizgarkirinê kin.

Wan got balafir bi rastî bayekî bihêz hat û kete xwarê.

XS
SM
MD
LG