Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamekî Akadîmiya Nobel Bêdengiya Bob Dylan wek Pozbilinbdî Binav Dike


Bob Dylan
Bob Dylan

Endamekî Akadîmiya Siwêdî ya ku xelata îsal a wêjeyê da dengbêjê Amerîkî Bob Dylan, dibêje bêdengiya Dylan ji dema wergirtina xelatê ve, ew" bêrêzî û pozbilindî” ye.

Per Wastberg got nebûna çi riyaksonê ji aliyê Dylan ve pêşbîn bû lê bêrêziye.

Wî îro şemiyê ji rojnameya Siwêdî Dagens Nyheter re got:

“Yek dikare beje ew bêrêzî û pozbilindiye. Ew her ew e. “

Wastberg got Akadîmî hîn hêvîdare pêwendiyan li gel hunermendê 75 salî bike, ku ew hate xelatkirin li dor avakirina cûreyeke hunerî ya nû di nav strana kilasîkî ya Amerîkî de.

Akadîmî dibêje ew di pêwendiya li gel Dylan de têk çû ji dema ragihandina xelatê di 13 vê mehê de.

Wan agahî li ser Twitter û Facbooka Dylan danîbû.

Xelat dê bi awakî fermî di roja 10 meha 12an de bête dayîn li Stokholmê.

XS
SM
MD
LG