Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhat Encu: Polîs Ji 800 Malbatên Şirnexê Daxwaz Kir ji Çadiran Derkevin


Şirnex
Şirnex

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu ji Dengê Amerîkayê re axivî û da zanîn polîsan ji 800 malbatên li dora Şirnexê di çadiran de dijîn gotiye di nav sê rojan de çadiran rakin û ji wir herin.

Parlementer got “Malbatên herî feqîr ku nikarin bi derekî dinve herin heft mehin mecbûrê jiyana çadiran bûn. Lê neha polês dixwaze di nav sê rojan de çadirê wan rake û wan ji wir dûr bixe. Pênc hezar kes dê bi kur ve harin?”

Encu got "Ji bo zivistan di çadiran de li ser van malbatan derbas ne be, me xwest 400 avahî lêkin, lê Wilayetê destûr neda, wan jî tu avahiyek lênekir."

Wî idia kir li Şirnexê şeş santralên termîk an bendav werin lêkirin. Ji bo ku li dijî van santralan beretek çênebe, bajarê Şirnaxê wêran kirin.

Hun dikarin agahiyên zêdetir di fayla deng de guhdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:33 0:00

XS
SM
MD
LG