Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîna Erebeyekê li Tirkiyê du Polîsan Dikuje û 19 Kesan Birîndar Dike


Du endamên polîs hatin kuştin û 19 kesên din birîndar bûn dema erebeyek bumbekirî îro yekşemê bi erebeyeka polîsê Tirkiyê de teqiya li parêzgeha Bingolê poliçe.

Çavkaniyên ewlekariyê gotin bumbe ji aliyê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ve hatibû çandin li nêzîkî nivîsîngeha parêgarê Bingolê.

Ew dibêjin 5 endamên polîs di nav kesên birîndar de ne.

Ajansa Dogan a nûçeyan ragihand ku çend demjimêran berî teqînê çekdarên PKK hewildabûn êrîşî mala parêzgarê navçeyê kin bi riya tiving û avêjerên rokêtan.

Ajnansê got du çekdar gihîştibûn ber dergehê mala parêzgar lê ew reviyabûn dema polîs êrîşî wan kir.

XS
SM
MD
LG