Bi hezaran xelkê Efrînê û nûnerên rêveberiya xweser derketin xwepêşandanekê, têda êrîşên dewleta Tirkiyê li ser herêma Efrîn û Şehba şermezar kirin.
Kesên beşdar sloganên li dijî destwerdana artêşa Tirkiyê li herêmê û êrîşên wê li ser xelkê sivîl hildan.
Meşê ji çateriya Newrozê destpêkir ta meydana Azadî.
Tê zanîn, çend roj in şerekî dijwar li herêma Şehbayê diqewime di navbera Ceyşiswar û alîgirên wê li dijî mertala Feratê û alîgirên wê bi alîkariya dewleta Tirkiyê. Her weha dewleta Tirkiyê toptangan davêje ser navçeyên Efrînê.
Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke