Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Pêşmerge Bajarokê Başîqa Rizgar Dikin


Hêzên Pêşmerge yên Kurd îro gotin wan bajarokê Başîqa ji bin destê Daiş rizgar kirin.

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî ji wezîrê berevaniya Amerîka Ash carter re got wan bi awakî serkeftî Başîqa rizgar kirin.

Hêzên Pêşmerge derbasbûna xwe bo Başîqa ji peyamnêran re ragihandin. Qedexebû rojnamevan derbasî nava bajarok bin, ku ew 12 km li bakurê rojhilata Mûsilê ye

Rizgarkirina Başîqa dijwariyeke din ji pêş opoereasyona rizgarkirina Mûsilê dide alî.

Mezinê komandarên Amerîka li Îraqê General Stephen Townsend, pêşniyar kir ku axaftinên Barzanî duristin li dor serkeftina li Başîqa, lê got:

“Hîn çi raport negihîştine min ku dibêje her malek hatiye paqijkirin, her çekdarekî Daiş hatiye kuştin, û her bumbeyeka Daiş hatiye jikarxistin.“

Hin girteyên vîdyo yên ajansa Reuters li bajarokê Narwan, ê nêzîkî Başîqa, diyar kirin hêzên Pêşmerge topên hawn û çekên giran û biçûk bikartînin, di demekê de ku dûman ji herêmê bilind dibe.

XS
SM
MD
LG