Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Operasyona Mûsilê li Şerê Daiş li Sûriyê


Farûq Hec Mistefa, Telal Mihemed û Dilovan Rûbarî
Farûq Hec Mistefa, Telal Mihemed û Dilovan Rûbarî

Di demekê de ku operasyona rizgarkirina Mûsilê berdewam e, hin çavkanî behsa wê yekê dikin ku jimarek çekdarên Daiş ji Sûriyê derbasî Iraqê bûn ji bo tevlêbûna şerê Mûsilê. Di heman demê de, hin raport dibêjin çekdarên Daiş ji Iraqê direvin Sûriyê.

Ev agahî, eger durist bin, gelek pirsiyaran derdixin holê ji aliyê dema rizgarkirina Mûsilê û girlêdana wê ya li gel rizgarkirina parêzgeha Reqqa yê li Sûriyê.

Eger em bidin ber çavan, Daiş bi awakî azad dikarin di navbera Sûriyê û Îraqê de biçin û bên, rizgarkirina Mûsilê dê ta çi astê rastî dijawariyan be.

Berpirsên Amerîkî berê jî bal kişandibûn ser giringiya destpêkirina oparsyonên rizgarkirina Mûsil û Reqqa yê di heman demê de, çi nehîşt û nahêle herdû operasyon bi hevre birêve biçin.

Çawa aliyên xemxur dikarin piştrast bin ku çekadrên Daiş di nav xelkê sivîl ên direvin de nînin.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna sê mîvanan ronî dide ser van babetan:

Dilovan Rûbarî, Efserê Pêşmergeyên Rojava ku li ser sînorê Îraq û Sûriyê dimîne, Telal Mihemed, hevserokê partiya Aştiya Demukrat ku li Qamîşlo dimîne; û Farûq Hecî Mistefa, rêvebirê navenda Berçav a medya û azadiyan li Kobaniyê ku niha li Hewlêrê ye.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 10_25_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:48 0:00

XS
SM
MD
LG