Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş bi Dehan Girtiyan li Nêzîkî Mûsilê Dikuje


ISIS Mosul
ISIS Mosul

Hin berpirsan li herêmê îto gotin çekdarên Daiş di van rojên dawî de, bidehan girtiyên gundên derdora Mûsilê kuştin, cihên ku ew neçar dimînin bicîbihêlin di bin fişara pêşketinên hêzên Îraqî de.
Abdul Rahman al-Waggaa, ku endamekî civata parêzgeha Nînewa ye, ji ajansa Reuters re got piraniya wan kuştiyan endamên berê yên polîs û artêşa Îraqî bûn ku li navçeyên bin destê Daiş de dijiyan li başûrê Mûsilê.


Çekdaran hîştin ew û malbatên wan bi darê zorê malên xwe bicîbihêlin, û ew birin bajarokê Hammam Al-Alil, ku 15 km li başûrê Mûsilê, cihê ku gatin kuştin.


Wî ji ser zimanê gewahîderên(şahidhalên) rûnişvanên mayî ragihand ku mêr hatin gullebarankirin.
Armanca Daiş ji kuştina wan ewbû belavkirina tirsê li nav xelkê Mûsilê û her wiha da xwe ji girtiyan xelas kin, li gor al-Waggaa.

Li Hewlêrê, siyasetmedarê Kurd Hoshiyar Zebari, ji aliyê xwe ve gote Reuters bi kêmanî 65 kes ji aliyê Daiş ve hatin kuştin li başûrê Mûsilê, sê rojan berê.

XS
SM
MD
LG