Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dubare Hilbijartina Erebistana Saudî bo Civata Mafê Mirov Rexne Dike


Abbas Araghchi
Abbas Araghchi

Îranê îro yekşemê dubare hilbijartina Erebistana Saudî, bo civata mafê mirov a Neteweyên Yekgirtî, rexne kir.

Ajansa nûçeyan a fermi IRNA di raporta xwe de ji ser zimanê cîgirê wezîrê derve Abbas Araqçî ragihand ku hilbijartin ew”Baştirîn nîşane mafên mirov ber bi aliyê berjewendiyên siyasî ve diçin. “

Herdû rikberên herêmî Îran û Erebistana Saudî çi pêwendiyên dîplomatîk nînin û ew piştgiriya du aliyên dijber dikin di şerê Sûriyê û Yemenê de.

Îraq, Misir, Çîn, Brazîl, Rwanda, Hungarya, Kûba, Afrîqa Başûr, Japon, Tûnis,Amerîka û Birêtanya roja înê kursî di civata mafê mirov de bidest xistin.

Gurûpên mafê mirov banga redkirina endamtiya Erebistana Saudî kirin, ku tê tawanbarkirin bi êrîşên bê ciyawazî yên dijî sivîlan li Yemenê, cihê ku koalisyona leşkerî bi serkirdayetiya Erebistana Saudî lê şerê serihildêrên Şîiî dike.

XS
SM
MD
LG