Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romalkirina Taybet a Hilbijartinên Serokatiya Amerîka


Hilbijartinên Amerîka îro seşemê demjimêr 8 êvarî bidawî tên ku herdû kandîdên rikber Clinton û Trump dengên xwe li bajarê New York didin.

Kandîdan doh doşemê êvarî bo cara dawî ji dengdaran daxwaza dengdanê kirin.

Kandîda Demukrat Hillary Clinton hilbijartinên îro sêşemê wek" têsta evê serdemê" binav kir û kandîdê komarî Donald Trump ew wek "roja serxwebûnê." anî ziman.

Clinton li wîlayeta Karolayna Bakur bû û Trump li Michigan bû dema encamên yekemîn ji wîlayeta New Hampshire derketin.

Clinton li bajarokê Dixville piraniya dengan wergirt li beramber Trump.

Encamên hilbijartinan li 49 wîlayetên din û her wiha Waşintona paytex dê neyên ragihandin berî girtina sendûqên degdanê demjimêr 8 êvarî bi dema Waşington.

Di romalkirina van hilbijartinan de, hevkarên me Hêro Zengene, Aso Jebar û yahya Berzencî tevlî me bûn û her wiha du mîvan beşdarî bernameya Hest û Helwest bûn, birêvebirê Tora Agahiyan a Amerîkî ya Kurdî li Waşinton, û rawêjkarê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanî li Sûriyê Mehmûd Ebbas ku li wîlayeta Texas dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameya Taybeta Hilbijartinên Amerîka, faylê deng veke.

Hilbijartinên Amerîka 11_08_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:57:28 0:00

XS
SM
MD
LG