Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Clinton: Em bi Awakî Vekirî Serokatiya Trump Dipejirînin


Hillary Clinton
Hillary Clinton

Kandîda Demukrat Hillary Clinton îro çarşemê di axaftina xwe ya pênasîna têkçûnê de li beramber rikberê xwe yê Komarî Donald Trump, got ew amade ye kar bike li gel serokê hilbijartî Donald Trump û wê handeriya piştgirên xwe kir ku derfetê bidin Trump di serkirdayetiya Amerîka de.

Wê got:

"Donald Trump dê bibe serokê me. Divê em bi awakî vekirî li gel wî bin."

Clinton bal kişand ser nirxên ku wê wek Amerîkiyekê ji bo wan kar kir û serbilindiya xwe anî ziman li dor helmeta xwe ya ku "bê rawestan hewlên rijdî kirin."

Hillary got:

“Mixabin min nikaribû hêvî û xewnên we pêkbînim. “

Wê her wiha got,” ez di gênciya xwe de rastî gelek têkçûnan hatim û ez her wiha gelek caran biserketim. Daxwaza min ji kesên ku hîn jiyan li pêş wan e qet bêhêvî nebin, tiştên baş hîn li pêş me ne. “

Tê zanîn Clinton, piştî serkeftina Trump yekser telefona wî kir û serkeftin lê pîroz kir.

XS
SM
MD
LG