Lînkên eksesibilîtî

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Serkeftina Trump Pîroz Dike


Nechirvan Barzani

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nîçirvan Barzanî îro di daxuyaniyekê de serkeftina Donald Trump bo serokatiya Amerîka pîroz kir û got:

“Bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê, ez dixwazim hilbijartina Donald Trump bikim wek serokê bê yê Amerîka.”

Barzanî di daxuyaniya ku îro li ser malpûera fermî ya hikûmeta herêmê hatî belavkirin de got:

“JI bo me, ev hilbijartin tên di demekê de, operasyoneka giran li derdora bajarê Mûsilê birêve diçe û şerekî giran li dijî Daiş dibe. Piştgiriya ku Trump berê ji bo xelkê me û hêzên pêşmergeyan derbirî, ew hunderiya xelkê me dike.”

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got:

“ Amerîka û Herêma Kurdistanê gelek nirxên hevpeş hene û hevalbendên rijd in di şerê teror û tundutijiyê de.”

Barzanî herwiha amadebûna xwe anî ziman li dor karkirina nêzîktir li gel Amerîka û got,”Em çavlirêne, di dahatû de bixêrhatina serokê hilbijartî li herêmê bikin.”

XS
SM
MD
LG