Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî yên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê 18 Çekdarên Daiş Dikujin


Leşkerên Tirkiyê îro şemiyê gotin êrîşên wan ên esmanî li bakurê Sûriyê 18 çekdarên Daiş kuştin di 24 demjimêrên dawî de.

Leşkeran di daxuyaniyekê de gotin 4 avahî û otombêleka ku Daiş ew bikar dianîn, di êrîşan de hatin armanckirin.

Li aliyekî din, 5 şervanên opozisyona Sûrî ku piştgiriya Tirkiyê werdigrin û 5 çekdarên Daiş, hatin kuştin di pevçûnên li ser erdê de, daxuyaniya leşkerên Tirkiyê got.

Wan her wiha got hêzên koalisyonê 6 êrîşên esmanî birin ser Daiş û 10 çekdarên din ji wan kuştin.

Tê zanîn, Tirkiyê piştgiriya hêzên opozisyona Sûrî dike li bakurê Sûriyê di opoerasyona wan a bi navê mertala Ferat de, ji bo paqijkirina navçeyên sînorî ji çekdarên Daiş.

XS
SM
MD
LG