Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

li Tirkiyê Rojnamevanekî Firensî tê Girtin


Malpereka nûçeyan a Firensî dibêje yek ji rojnamevanên wê li Tirkiyê hatiye girtin, û daxwaza berdana wî ya bilez dike.

Malpera Les Jours dibêje Olivier Bertrand doh înê li gel wênegirekî Tirk hate girtin, dema wan hevpeyvînek dikirin li bajarê Gaziantepê yê nêzîkî sînorê Sûriyê.

Wênegirê Tirk piştre hate berdan.

Les Jours got çi sedem nehatibûn dayîn ji bo girtina Bertrand.

Pêwendî yekser nebûn li gel berpirsên Tirk ji bo piştrastkirinê.

Malper dibêje Bertrand li ser zincîre dekomentekê kar dikir li dor rewşa piştî kudetaya têkçûyî li Tirkiyê, ku di encama wê de hikûmetê helmeteke berferh a girtina alîgirên tevgera rêberê ayînî Fetthulla Gulen birêve bir.

Bi dehan rojnamevan herwiha hatin zîndankirin û bi sedan dezgehên ragihandinê hatin girtin di vê helmetê de.

XS
SM
MD
LG