Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Pêşketinên Serhildêran li Rojavayê Helebê Radiwestînin


Hêzên hikûmeta Sûrî careke din navçeyên rojavayê bajarê Helebê kontrol kirin piştî dorpêçkirina wan ji aliyê serhildêran ve du hefteyan berê.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye îro şemiyê got hêzên hikûmetên û hevalbendên wan careka din navçeyên el-Esed û Minyan vegerandin bin deshilata xwe.

Mediya dewleta Sûrî jî vegerandina herdû navçeyan ragihand.

Çavdêriyê got 508 kes di encama şer de hatin kuştin, di nav de sivîl û şervan ji herdû aliyan hebûn.

Hejayê gotinê ye serhildêran di 28 meha borî de êrîşeke berferh birin ser navçeyên aliyê rojavayê Helebê û ew dorpêç kirin. Wan hêvî dikir dorpêçkirina hikûmetê li aliyê rojhilata bajêr bişkînin ku ev bû çend mehin riyên alîkariyê ji ser serhildêran qut kirine.

Meha borî, Rûsya got ew dê êrîşên esmanî rawestîne û rê veke ji bo serhildêran ku ji wan navçeyan derkevin û biçin parêzgeha Idlibê, lê serhildêran ev yek redkir û ji wan navçeyan derneketin.

XS
SM
MD
LG